Ana içeriğe atla

Hesenê Metê: Ez ji bo lehengên xwe giriyame!

BAS - Dara Porxelek
“Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê salê min de  îro jî pêwîstî bi min û şerekî hebe, dibêjim qey ez ê dîsa vê yekê bikim..” dibêje Hesenê Metê, nivîskarê Kurd û berhemdêr. Di roman û çîrokên xwe de Hesenê Metê teswîreke îlahî dike û mirovan dişîne cîhaneke xeyalî. Dema mirov nivîsên wî dixwîne geh li vê dinyayê ye geh jî li cîhaneke bê sînor e. Xeyal hêmana nivîsa wî ye.  Weke mînak: “Ku ruhekê şairane bi min re hebûya min ê ji we re bigota cîh û warekî wekî sîngê diya meriv e… Zarokatiya xwe bifikirin, biçin xwe li ser singê diya xwe dirêj bikin serê xwe danin ser wan pêsîrên tije şîrê pak û sipî… Û bikevin xew.” Hesenê Metê ji me re di derbarê serpêhatiya xwe, nivîskariya xwe , lehengên xwe û pêşmergetiya xwe de axivî.
Hesenê Metê di dirêjahiya emrê xwe de tim têkoşer bûye, ji Ergaxî ber bi Silêmanî, li wir doza pêşmergetî û nivîsandin…
Belê... Tekoşer bûm, mîlitan bûm, zîndanî bûm û bûm pêşmerge jî... ku di vê salê min de  îro jî pêwîstî bi min û şerekî hebe, dibêjim qey ez ê dîsa vê yekê bikim. Lê ev hemû periyodên ku ez jê bihurîm, wer bawer dikim ku ji bo min bûn dewlemendî. Bifikire ku meriv bi hemû awayî jiyana Kurd û Kurdistana li her çar parçeyan bibîne.
Lehengên Hesenê Metê tim di lêgerînê de ne. Bi giştî jî li hember civakê serhildêr in. Gelo Hesenê Metê dema lehengên roman û çîrokên xwe diyar dike û wan dide axaftin di çi derûniyê de ne?
Ez nikanim bahsa lehengekî bikim ku ji jiyana xwe, ji jîna xwe, ji hebûna xwe û ji rewş û gidîşata dinyayê razî ye. Lehengekî bi van xisûsiyetan pêwîstî bi min û nivîskariya min nîne. Çi dimîne? Lehengên nerihet, lehengên nerazî. Lehengên ku kêmasiyan dibîne an jî kêmasiyên xwe hene... lehengên ku weke herkesî nafikirin û naxwaze weke herkesî bijîn, ew dewlemendtir in. Lehengên mîr û mezinan, maqûl û kamilan zêde  bala min nakişîne. Dibe ku derûniya lehengên min zêde ne baş be, lê bawer dikim eva ji ber dilpakiya wan e û ji ber kêmasî û ehmeqiyên der û dora wan e. Û ew jî ji bo min ezîzên hêja ne ku ew bibin leheng.
Kurteroman ango novel, Hesenê Metê ji ber ku bi xwe re nabîne dirêj binivîse kurtenovelan dinivîse an ev tercîheke edebî ye?
Baş nizanim ka bê tercîhek e an stîlek e. Lê ku pêwîstî pê tunebe, ma çima meriv tekstê xwe bi çep û rast, bi jêr û jor ve vekêşe û dirêj bike? Di nivîsandinê de gotin û vegotinên zêde tekstê sist dike, xêra xwe tuneye... ne ji bo xwendevan û ne jî ji bo nivîskêr. Nivîsên konsantre, kurt û giran gelek baştir e, ez wusa dibînim, wusa dizanim.
Tu dibêjî: “Min bi Kurdî nivisî ku ji bilî Xwedê û Kurdan kes nikaribe bixwîne” mebest çi bû di vê gotinê de? Û em dibînin pirtûkên te ji bo Îngilizî, Tirkî, Swêdî hatine wergerandin ev yek li zora xwedê neçe?
Ew hevokek ji kitêba “Li dêrê” ye. Çend gotinên ji bo Xwedê ye, di deftera dêrê de tê nivîsîn. Ku meriv bixwîne, bawer dikim qest û mebesta wê hevokê jî ew ê were fahmkirin. Lê pêwîst nake ez bibêjim bê mebest çi bû.
Di hevpeyvîneke te de tu dibêjî nivîs ji ber kêmasî û qisûrên xwedê derketiye holê, ev gotin li gor civaka Kurdî ne zaf tundrew /radîqal e û kîjan qisûr mesela?
Qest û mebesta ji “civaka kurdî” fahm nakim bê tu dixwazî çi bibêjî. Lê dîsa bibêjim: Dema Xwedê kaînat afirand, welê bawer kir ku her tişt bêqisûr çêbûye. Lê piştî demekê qisûra keç û lawên ademî ferq kir, poşman bû, hêrs bû û tofan jî rakir. (“Û Xwedê pê êşiya û poşman bû ku Wî însan li rûyê dunyayê afirand.” Tewrat: Tekvin 6:6)  Dû re gotin daxistin, kelam dan nivîsandin ku keç û lawên ademî li gor destûra wan gotinan tevbigerin. Yanî pêwîstiya gotinên nivîsandî ji ber qisûra keç û lawên ademî dest pê bû, dibêjim. Ku ne ji ber qisûr û kêmasiya însanan bûya, belbî Xwedê kitêbên pîroz jî neşanda.  Îcar çima ev dibe radîkalî, çima ev dibe tundrewî û asêwarî? Ma kitêbên pîrozwer ji bo çi daketine? Ji bo ku em pê pezê xwe av bidin? Bêguman ji bo însan qisûr û kêmasiyên xwe sererast bikin, ew kitêbên pîrozwer daketine. Û loma dibêjim, lehengên mîr û mezinan, maqûl û kamilan zêde  bala min nakişîne. Lehengên kêmaqil, derewîn, saxik, sextekar û gunehkarên şîrîn, lehengên xwediyê qisûr û kêmasiyan bala min bêtir dikişînin. Nivîsê ew heq dikin, karakterên dewlemend in ew. Belbî Xwedê ji wan ne razî ye, lê ez razî me û ji wan hez jî dikim.
Hesenê Metê dema karakterên xwe dixe nav guneh û sucdariyê dilê wî naêşê?
Ji bo novelekê ez tenezûl nakim ku karakterên xwe bixim nav gunehkariyekê û sûcdariyekê li wan bar bikim... Naxwazim ew rûreş û şermezar jî bibin. Lê ew bi xwe welê ne. Ez tenê katibiya wan karakteran wan dikim.
Di romanên te de tu bi giştî bi xwendekarên xwe re diaxivî û şîretan jî li wan dikî, gelo ev yek dibe pirek di navbera te û xwendekarên te de?
Ez baş nizanim... dixwazim xwendevan bêtir di nava bûyerê de be û bûyerê ji nêzîk ve bibîne, hîs bike û bi samîmiyeta gotinên min bawer bike. Lê hêvî dikim tiştên ku ez dinivîsim weke şîret neyên qebûlkirin û qest û mebesta min jî ne ew tişt e ku şîretan bikim û rê bidim ber hinekan. Daxwaza min tenê vekirin û raxistina rewşekê ye... rewşeke veşartî, rewşeke vedizî. Ku xwendevan ji xwe re tiştekî ji vê rewşê derxe, lê hûr bibe, li ser bifikire û jê kêfxweş bibe... ew karê wan e, ew daxwaza wan e. Ma ez çima bixwazim xwendevan ji êşa min kêfxweş bibe? Ma kêfa kê ji êşa yekî din re tê?
Em werin ser mijara pêşmergetiya te. Te sê salan pêşmergetî jî kiriye, heta li gor zanîna me, te yekem şanoya xwe jî li Silêmaniyê nivîsandiye û dema ku şano li ser dikê hat lîstin, Mam Celal û Hevjîna xwe jî li wir bûne… Tu dikarî ji me re qala serpêhatiyên xwe û Mam Celal bikî?
Mam Celal...  Xwedê jê razî, du bîranên min ên xweş hene, tenê ji bo min xweş. Min ti carî bahs nekiriye lê bi minasebeta wefata Mam Celal, ez ê tenê bahsa yekê bikim. Ez dîsa vegerim ser ewê şanoya xwe û temaşekirina wî û Hêro xanê. Di şanoyê de min li sazê dixist, sazbend bûm. Saz dibêjim lê ne saz bû. Li ba me saz tunebû. Min bi xwe çêkiribû. Min postê gîskekî kişandibû rûyê beroşekê, min darek lê xistibû weke piyê sazê, min tayên naylon (tayên ku meriv pê masiyan digirin) pê ve şidandibû û min perde lê çêkiribûn. Lê dengekî gelek xweş û dilşewat ji ewê enstrûmanê derdiket… enstrûmana ku min bi xwe îcat kiribû. Piştî ku perdeya şanoyê daket û dawî lê hat, min ev enstrûmena xwe girt, ez çûm pêş Mam Celal û (ji bo ku heval û temaşevan bikenin) bi henekî min gotê:
-Mam Celal, tu î ku dibêjî tu serokê Kurdistana siberojê ye, ma ne şerm e ku ez beroşa Xecê (Hatice Yaşar) didizim, postê gîskekî dikêşime ser û têlên naylonên masîgiriyê pê ve dişidînim?
-Mam Celal yekî welê bû ku bi mîran re mîr, bi zarokan re zarok û bi yekî wekî min re jî yekî wek min bû. Li ser evê pirsa min, destê xwe dirêj kir û got:
Bêyne, wereqeyekê bêyne.”
Min çû kaxizek hanî û da ber. Wî li ewê kaxizê tişt nivîsên û got:
-Biro, beyanî biro be layî tîpî mûziqî.
Grûpeka wan a muzîkê hebû. Sibetirê min ew kaxiza Mam Celal girt û çûm meqera tîpî mûzîqî. Wan bi min dan zanîn ku Mam Celal di kaxizê de daxwaz kiriye: sazek, tembûrek û sentûrek bi çiqas pere ye, agahiyê bidin mektebî darayî (malîye an jî banke). Meqera tîpî mûzîqî jî kaxizek nivîsîn, tev kaxizan Mam Celal dane min ku ez biçime mektebî darayî.
Li wir sî û du hezar tûmenên îranî di kîsekî de bi cîh kirin û dane min. Sî û du hezar tûmenên 1981-82an perekî gelekî zêde bû. Min kîsê peran hanî meqera me. Ji bo ku ez bi serbestî biçim bajarên îranê û li sazekê bigerim, Mam Celal kaxizeke destûrê jî ji min re da çêkirin (weke pasaportê) ku ez biçim îranê û ji xwe re wan enstrûmenan bikirim û bînîm.
Çogeke min bi problem bû. Dema ku bi heft heyşt saetan rê diçûm, gelek dêşiya. (Li Swêdê min emeliyet kir) Bi wî pereyî hevalan ji min re qantirek kirî û ez ketim rê. Bi qasî rêya şev û rojekî min xwe gîhand rêya bajaran. Min qantira xwe teslîmî gundiyekî kir, bi otobusê ketim rêya bajarên piçûk û heta nêzî Tebrîzê çûm. Lê wan hemû cîhên ku ez çûm, min li sazekê pirsî. Lê ji min re bahs kirin ku saz û ew hemû enstrûmanên bi sîm (bi têl) peyda nabe. Ji ber ku heram e, qedexe ye. Ji min re bahs kirin ku şimşat (bilûr) hene. Lê bilûr jî min nexwest, ji ber ku bi kêrî min nedihat.
Di vegerê de, berfekê da rûyê erdê, bûk û bagereke welê li hawordorê peyda bû ku kesekî nikanîbû têkeve rêyan… Pêşmerge jî nedikanîn derkevin rêyan. Asê mam, li meqereke Komela Zehmetkêşan bûm Pêşmergeyê rojane û di demên xwe yên vala de min xwest ez Farisî fêr bibim. Diçûm mekteba zarokan û li ber destê mamoste Rehîmê ji Komela Zehmetkêş fêrî Farisî dibûm. Piştî meh û nîvekê destvala û bêyî saz, bêyî tembûr û bêyî sentûr vegeriyam. Tenê ew zimanê farisî bi min re ma. Mam Celal yekî welê bû… do ew jî çû.
Xwedê bi dilovaniya xwe şa bike û ji buhuşta xwe cîhekî bi qasî çar parçeyên Kurdistanê bike para Mam Celal. Amîn!
Em dizanin jiyana Kurdan tim bi êş û elem e, lê belê pênasekirina nivîskarekî bi nivîskariya êşê ne giran e? Ji te re dibêjin nivîskarê êşê, ev yek li ser milê te barekî çawa çêdike?
Belê, hinek welê dibêjin. Nizanim ji bo çi dibêjin lê ez bawer nakim ku ew dixwazin barê êşekê li ser milên min deynin. Dibe ku ew bi xwe êşeke welê ji nivîsên min hîs dikin.
Çi bi serê evînê hat, çima baweriya Hesenê Metê şikest?
Bawer nakim xêra bersiva vê pirsê ji kesekî re hebe.
Dema meriv “Gotinên gunehkar”, “Li dêrê”, “Tofan”ê dixwîne... pirs bi meriv re çêdibe. Gelo Hesenê Metê bawermend e, bawermendekî çawa ye?
Min ti carî Xwedê înkar nekiriye lê ti carî jî min bawerî pê nehanîye. Bawermendiya min di rewşeke welê de ye.
Romannûsên Kurd ên ciwan ji otosansûrê şikayetdar in, gelo ev otosansûr li gel we jî heye?
Ez bawer nakim ku otosansûreke min heye.
Partîzanî, berjewendiyên partiyan ji pêşketina wêje û hunera Kurdî re astengî dernaxîne?
Ez nizanim bê berjewendiyên partiyan çi astengiyan ji bo edebiyat û hunerê çêdikin, lê dizanim ku xêra partî û partîzaniyan li hunerê nebûye.
Li gor te edebiyata Kurdî di kîjan astê de ye?
Asta edebiyata Kurdî ez bi asta civaka Kurdî dipîvim. Asta kultura civaka Kurdan di çi rewşê de be, huner û edebiyata me jî di wê rewşê de ye. Asta edebiyatê bi hebûna çend şaîr û nivîskarên baş, bi çend dîwan û kitêbên baş cîhê xwe nabîne û hebûna wê jî di siya gelek mefûmên din de wenda dibe. Hene... me şaîrên pir baş hene, me novelîstên pir baş hene, ne zêde be jî me edebiyatnasên pir baş hene.
Lê ku civakek ji aliyê kulturî ve negêhîştibe asteke pêwîst, asteke ku em bahs dikin... em ê nikanibin pîvaneke rast bidin huner û edebiyata xwe jî. Ez ti kesekî gunehkar nakim, tenê bahsa rewşekê dikim. Dezgeh û dewlet tuneye, dezgeh û îdareyên ku hene, ez dibînim ew jî bi siyaseta xwe ti rûmet û rewacekê nadin ziman û edebiyata kurdî. Ku îro weşanxaneyeke me nikanibe hezar liban ji kitêbekê belav bike, ew asta ku em bibêjin jî pere nake. Asteke nivîskariya baş heye, asteke berhemên bilind jî heye... li gor rewşa heyî.
Eger tu bimirî û ji te bê xwestin ku careke din vegerî dinê lê vê carê di rûhê lehengekî de ev leheng dê kî be? (Lehengên te jî dibin yên nivîskarên din jî)
Ez qet li tiştekî wusa nefikirîme.
Dema tu dinivîsî, tu ji bo êşên lehengên xwe digirî? Ev yek qet hatiye serê te?
Belê. Anuha sê kurtenovel têne bîra min ku di nivîsîna wan de dilê min gelek tenik û zîz bûye.
Jorge Luis Borges dibêje eger min nenivîsanda minê nikarîbûya bijiyama, Hesenê Metê ji bo nivîsandinê çi dibêje?
Ez nabêjim min ê xwelî li serê xwe bikira û xwe bikuşta. Bêguman min ê tiştekî din bikira, lê nizanim çi?
Jiyan û berhemên Hesenê Metê
Hesenê Metê di sala 1957an de li Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Di yanzdeh saliya xwe de terka gundê xwe kiriye. Demeke dirêj tekoşerî kiriye. Zindanî bûye. Piştî zindaniyê berê xwe dide Silêmaniyeya Başûrê welêt. Li wir demeke dirêj jî Pêşmergetiyê dike. Ev zêdeyî bîst salan e jî li Swêdê dijî. Pirtûkên Hesenê Metê yên ku heta niha çap bûne ev in:
Smîrnoff, novel, 1991.
Labîrenta cinan, roman, 1994.
Epîlog, novel, 1998.
Ardû, çîrokên gelêrî, 1991.
Tofan, novel, 2000.
Keça Kapîtan, Pûşkîn (werger) 1998.
Merivên reben, Dostoyevskî (werger) 1991.
Jiyana rastîn, Göran Tunström (werger) Weşanxana Apec, 2004
Ansîklopediya Zarokan, Weşanxana Apec, 2004
Gername, Weşanxana Apec, 2005
Gotinên Gunehkar, roman, Weşanxana Avesta, 2007
Li Dêrê, roman, Weşanxana Nûdem, 2011
Pêsîrên dayê, novel, Weşanxana Apec, 2013.
Îşev û çîroka dawîn, novel, Weşanxana Peywend, 2014.

Heftenameya Basê

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Abdulla Keskîn: Xeyala min a mezin xeyala her kurdekî ye

Gelî xwînerên Ezîz, bloga Dara Bandînî ji bo we xwîneran dest bi beşeke nipînû dike. Di vê beşê de her heftî wê bi mêvanên cûr bi cûr re hevpeyvînên dij rêbazê lidarbixe. Destpêka vê beşê em bi Damezrêner û Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdulla Keskîn re axivîn. Abdulla Keskîn tevî edîtriya xwe û weşangeriya xwe bi qeşengbûna xwe jî di nav ciwanan de weke fenomenekî ye. Em xort û keçên kurd di şopa te de ne kak Abdulla. Kerem bikin bersivên Abdulla Keskîn li jêr in.               Abdullah Keskîn kê ye? Nizanim, hê jî bi min nexweş û zehmet tê ku li ser xwe bipeyivim. Ez bawer im kesên van rêzan bixwînin ên bi hêsanî karibin xwe bigihînin hin agahiyên biyografik an jî ez vî barî bavêjim ser milê te. Ciwanên kurd meraqa te dikin, jiyana te ya rojane çawa derbas dibe? Pir sade û tenê, hez ji herduyan jî dikim. Berê dereng radizam û dereng radibûm, vêga diguherim. Wextê min bêhtir li mal derbas dibe, ji rûniştina li mal hez dikim, heta nîvro dixwînim, ligel qahwê û tiştine s

Arjen Arî, ev pênc salin helbesta Kurdî sêwî ye

Dara Porxelek xwezî, lewitîn di kirêtiyê de û şer dizî j ime xewnên mîrekî li herêmekê em ji gundekî dijmin jî bûna malê me pev dima neyariya me nedigiha qewmekî kengî bûya lev dihatin em eydekê, erefatekê…  dibêje Arjen Arî. Pêşengê hemdemên xwe, helbestvanê nûjen ê zaravayê Kurmancî. Di 31ê Cotmeha 2012an de ji nav me koç kir. Li pey xwe bi hezaran dildar, bi sedan jî helbest hiştin. Em weke Heftenameya Basê bi sedema 5. salvegera helbestvanê nemir Arjen Arî bi heval û hogir û dostên wî re axivîn û her yekî ji wan ji bo me di derbarê Arjen de nivisî. Ji bo xatirê bîranîna Arjen Arî û xwînerên Heftenameya Basê em çarîneke Arjen Arî ku heta niha nehatiye weşandin tînin pêşberî we xwîneran. îşev rêwiyê şevê me. hew tu dizanî xunav. mêvanê dilê kê me Firat Cewerî: Arjen Arî diltenik bû Dema min û Arjen Arî hevûdu nas kir, dema rêxistinan bû. Em jî di rêxistinekê de hatibûn ba hev. Em pê ketibûn û me xwe bi felsefeya materyalîst digihand; em noqî lîtera

Nameyek Ji Darayê Kal Re III

  Silav Dara.! Ez im 33 saliya te. Niha li Elazîzê li otêla Birizgardenê me. Beriya roj biçe ava vê nameyê ji te re dinivîsim. Çar sal derbas bûn ku min navber daye nameyên xwe. Bibore.! Bi rastî jî di van çar salên derbasbûyî de ne di jiyana min de ne jî di ya welêt de tu guhertinên mezin çê nebûne. Dîsa bi tenê me. Di tenêtiya xwe de ji afirîneriyê dûr im. Min tu tişt ava nekiriye. Tenê hêla bazirganiyê û hilberîna çend cureyan de min tiştnan kiriye. Bila weke nîșe ev jî li vir be. Serdema Blokcainê ye. Nizanim ew dem çawa ye pergala cryptographicê di çi astê de ye. Em weke milet çawa ji Quantûmê re dereng man wisa ji crypto re jî hinek dereng mane. Çend hewildanên qels hatibin dayîn jî ne di asta cîhanê de ne. Ez niha weke Pisporê Îxracatê li Şîrketeke Bakurî dixebitim. Serê vê mehê ez li Georgia bûm. Tenê 7 milyon hemwelatiyên wî welatî hene û welatek azad û serbixwe ye.              Meydana Ewropa /Batum-Georgia  Batum/Georgia  Di 26ê vê mehê de ez ê herim Hewlêrê. Hewlêra paytext